Mehmet Akif Parlak,Adsız Günebakan
27 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2021
Li Gazîentabê li depoya amûrên pê tekneyê çêdikin da şewat derket û ekîb midaxeleyî şewatê dikin.
Ji ber sedemeke hê nayê zanîn agir bi depoya amûrên pê tekneyê çêdikin a li Sarîsalkima taxa Şahînbeya navçeya navend ket.
Li ser îxbarê ekîb gihîştin herêmê.
Midaxeleya ekîban dewam dike û car caran ji depoyê dengê teqînê tê.
Ji bo tevdîrê hin malên herêmê hatin valakirin.
Cafer Yilmazê Midûrê Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji dema ewil pê va midaxeleyî şewatê dikin
Yilmaz diyar kir ku şewat li tesîsa 10 dolim erdî derket ji bo agir nevêjê malên der dorê tevdîr hildan.