12 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
ÇANAKKALE
Waliyê Çanakkaleyê Hamza Erkal daxuyand ku li navçeya Geliboluyê otobêseke turîstan welgeriya û li gor agahiyên ewil di qezayê de 4 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn."
Erkal ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku otobêseke jinên di qursa Qur'anê de perwerdeyê dibînin ji bo gerê dibir şehîtlikê, li xaçerêya Şarkoyê ji ber sedemeke nediyar welgeriya.
Erkal got ku piştî qezayê hemû tîm çûn cihê qezayê û wiha dewam kir: "Otobêsa ku rêwiyan dianî şehîtlika Nîvgirava Gelîboluyê welgeriya û li gor agahiyên ewil di qezayê de 4 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn."
Erkal got ku birîndar bi firoke û ambulansan ve rakirine Çanakkale, Gelîbolu û Keşana navçeya Edirneyê.
Erkal wiha dewam kir: "Ji bo hejmaran niha ez dikarim van agahiyan bidim. Lê dibe ku hin birîndarên ku birine li cihekî din jî hebin. Ji ber vê dibe ku hejmara birîndaran zêde bibe. Rê ji hatin û çûyinê re vekiriye û tîmên me dixebitin."