12 Gulan 2016•Rojanekirin: 13 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê di bin banê Navenda Perwerdeya Gel da "Kursa Çêkirina Xalîçeyên Herêmî" vebû.
Midûrê Navenda Perwredeya Gel a Cizîrê Ahmet Guneş diyar kir ku kurs bi alîkariya Walîtiya Şirnexê û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Cizîrê di çarçoveya projeya SODESê da û di bin banê Navenda Perwerdeya Gel da hat vekirin.
Gumuş bal kişand ku li herêmê lidarxistina tevnan û çêkirina xalîçeyan a ku xwedan nirxeke girîng a çandî ye li ber jibîrkirinê ye û ji ber hindê divê nifşên nû fêrî lidarxistina tevnan û çêkirina xalîçeyan bibin û wiha got, "20 kursiyerên ku beşdarî kursa me bûn, tiştinên mîna amadekirina neqşên herêmî, navnivîsandin, têr, çente û taxima erebeyan çêdikin."
Hat ragihandin ku kursê 16 hefteyan bidome û dê sertîfîkayê bidin beşdarvanan.