İbrahim Atmaca
01 Mijdar 2020•Rojanekirin: 02 Mijdar 2020
Li Stenbolê di cotmehê da li gor meha îlonê bihayê perakendeyê ji sedî 2,45 û bihayê tevahî ji sedî 2,44 zêde bû.
Li gor daneyên 1995an ên Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) ji cotmeha 2020î pê va li Stenbolê Îndeksa Ebûrkirinê ya Mûçekarên Stenbolê ku nîşaneya kêmbûn û zêdebûna bihayê perakende ye, li gor meha îlonê ji sedî 2,45, Îndeksa Bihayê Eşyayê Tevekî ku kêmbûn û zêdebûna bihayên tevahî nîşan dide jî ji sedî 2,44 zêde bû.
Li gor daneyên salane jî Îndeksa Ebûrkirinê ya Mûçekaran jî ji sedî 12,40, Îndeksa Bihayê Eşyayê Tevekî jî ji sedî 14,45 zêde bû.