Cem Genco
18 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2022
Li Antakyaya navçeya Hatayê di wesayîtekê da 500 hezar makaron (kaxizê cixareyê yê bifîltre) hatin bidestxistin, şofêr hat binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiya Bajêr, wesayîta jê guman hat kirin ku tê da tiştên qaçax hene, ekîban li taxa Akasyayê da sekinandin.
Polêsan di qutiyên wesayîtê da 500 hezar makaron dîtin, şofêr A.K binçav kir.
Li ewlehiyê kar û barên bersûc dewam dike.