Lale Köklü Karagöz,Serkan Avci,Mehmet Bayrak,Ali Kemal Zerenli,Salim Taş,Eren Bozkurt,Koray Kılıç,Mustafa Ünal Uysal
06 Sibat 2025•Rojanekirin: 07 Sibat 2025
Li Hatayê ji bo kesên ku di erdhejên 6ê Sibata 2023yan da mirin, bernameya bibîranînê hat lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiya bibîranînê ya ku bi kordîneya Walîtiyê hat lidarxistin da Walî Mustafa Masatli, Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Onturk, protokola bajêr, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û welatî li Parka Walî Urgenê civiyan.
Koma qerebalix bi navê "Meşa Bêdeng" ji Kolana Ataturkê heta Meydana Komarê meşiya.
Ji bo kesên ku di erdheja ewil a saet 04.17an da mirin, 65 xelekan rêz hat girtin, Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.
Hat dîtin ku di vê kêliyê da dilê gelek welatiyan şewitî û giriyan.
- Nûnerên 3 dînên semawî dia kirin
Di çarçoveya bernameya bibîranînê da nûnerên 3 dînên semawî yek bi yek dia kirin.
Paşê ji bo bibîranîna kesên ku di erdhejê da mirin, qernefîlên sor avêtin Çemê Asiyê.
Di bernameyê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hatin kirin.