Süleyman Elçin,Sergen Sezgin
14 Sibat 2023•Rojanekirin: 15 Sibat 2023
Li Hataya ku erdhejên Meraşê lêxistin xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.
Ekîbên xwecî û biyanî yên ku piştî erdhejên Meraşê yên di 6ê sibatê da çêbûn û li 10 bajarî bi bandor bûn kar û xebatê xwe didomînin.
Ekîp li ser enqazên avahiyên li taxan di erdhejê da hilweşiyane bi amûrên guhdarkirinê û car caran jî seyên bêhnê hildidin va xebatên lêgerînê dikin û ji aliyekî va jî enqazan radikin.
Serdar Berberê ku 35 saet piştî erdhejê hatibû xelaskirin û sebiya wî ya 15 mehî di erdhejê da wefat kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ew, kurê xwe û xanima xwe hatin xelaskirin lê sebiya wî ya 15 mehî wefat kir û dayika wî jî di nav enqazê da ye.
Berber destnîşan kir ku ew bi hêvî sekna xwe didomînin û got ku jo bo hemû Antakyayê digirî.