HAKKARÎ
Midûriyeta Werziş û Xizmetên Ciwaniyê ya Bajêr di çarçoveya Cejna Spor û Ciwaniyê ya Bîranîna Ataturk a 19 Gulanê da pêşbaziya krosê li dar xist û rapêşiya bisîklet û raftîngê li dar xist.
Pêşbaziya krosê ya ku li tanga Erzîkliyê ya ku li ser rêya Hekarî-Wanê ye hat lidarxistin da 46 werzişvanên ji xwendingehên cuda ji bo ku di reva hezar û 500 metre û ya 2 hezar metreyê da serkeftî bin revîn.
Piştî pêşbaziya krosê 28 kesên ku di saziyên bajêr da dixebitin li Geliyê Zapê li bisîkletê siyar bûn.
Paşê 14 kesên ku di nav wan da Midûrê Werziş û Xizmetên Ciwaniyê ya Bajêr Reşît Guldal jî hebû bi du botan va di Çemê Zapê da raftîng kirin.
Gundiyên li dorberê çêm eleqeyeke mezin nîşanî rapêşiya li ava Zapê dan.
Guldal destnîşan kir ku piştî salan li Çemê Zapê raftîngê dikin û ji ber vê gelekî kelecanî pê ra heye, tebîeta Hekariyê û xweşikiyên wê baş nehatine nasandin.
Guldal wiha got: "Çemê Zapê zehf gur e. Armanca me ew e ku Çemê Zapê li hemû Tirkiyeyê bidin nasîn. Em ê gazî hemû werzişvan û bi taybetî jî kesên ku raftîngê dikin bira bên bajarê me."