KONYA
Li Kuluya navçeya Konyayê qezayek çêbû, di encama qezayê de kesek mir, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, minûbêsa bi plakaya 42 CHD a ku ajovanê wê Mehmet Biçakçi bû û komyoneta bi plakaya 42 GC 117 a ku ajovanê wê Muzaffer G (35) bû li Kuluyê li hev qelibîn.
Ebuzer Maşaliyê (35) di minûbêsê de li cihê qezayê mir.
Ajovan Biçakçi û Serhat Yilmaz, Furkan Guleryuz, Abdulbaki Kurkşar, Mehmet Kurkşar û Metin Buyukmumcu birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kuluyê.
Ajovanê qamyonetê hat binçavkirin.