HAKKARÎ
Wezareta Perwerdeya Neteweyî hezar û 270 mamoste tayînê Hekariyê kir û bi vî awayî piştî çendî salan li gundên herî dûr jî mamosteyên bi kadro dixebitin.
Piştî pêvajoya çareseriyê hema bêje bûyerên li Hekariyê xilas bûn û wek ku gelek qadan di qada perwerdeyê de jî geşedanên girîng çêbûn.
Wezareta Perwerdeya Neteweyî di meha îlonê de 458 mamoste tayînê navenda bajêr kir, 536 mamoste tayînê Yuksekovayê, 228 mamoste tayînê Şemzînanê û 48 mamoste tayînê Çûkûrcayê bi tevahî hezar û 270 mamoste tayîn kir û xwendekar û mamoste ji ber van tayînan gelekî kêfxweş bûn. Ji mamosteyan 15 kes di leşkeriyê de ne, 37 mamosteyan jî ji ber sedemên cur bi cur îstifa kirin û li bajêr hezar û 218 mamosteyan dest bi peywirê kir û bi vî awayî jimara mamosteyên li bajêr bi tevahî gihişt 3 hezar û 500î.
Mamoste çûn gundên herî dûr ên Hekariyê û dest bi karên xwe kirin û xwendekar ji ber ku cara ewil mamosteyên wan ên bi kadro çêbûn kêfxweş in.
Midûriya Perwerdeya Neteweyî li gundê Işikliyê dibistaneke ku 8 polên wê hene û lojmaneke bi 4 daîreyan çêkir û di meha îlonê de 4 mamosteyên bi kadro tayînê gundê Işikliyê kirin.
Piştî ku mamosteyên bi kadro dest bi peywirê kirin li dibistana ku 12 mamoste wir dixebitin 190 xwendekar bi awayekî rêk û pêk dest bi perwerdeyê kirin.
Mamosteya polê Sevîl Çetînkayaya ku ji Îzmirê hat Işikliya gundê Hekariyê diyar kir ku di serî de hinek ditirsiyan ku bê Hekariyê lê piştî ku dest bi kar kir hemû fikrên wê bi temamî guherîn.
Çetînkayayê got ku çapemenî herêmê gelek cuda dide naskirin lê piştî ku ez hatim vir xwîngermiya mirovan ez hestewar kirim û wiha axivî: "Em ji gundê xwe memnûn in. Midûriya Perwerdeya Neteweyî dibistaneke gelek xweşik vir daye çêkirin. Tu pirsgirêkên me tunin. Ez kêfxweş im ku vir mamostetiyê dikim. Ez bangî hevalên ku ji bo neyên vir îstifa kirin dikim. Ev der cihekî wisa nîne ku mirov bitirse, ciheke ji tirsên wan gelek cuda ye. Ciheke wisa ye ku mirov dikare hestên mamostetiyê di asta herî bilind de hîs bike. Heke ez li rojavayê bûma dibe ku cudatir bûya. Min nedikariya hestên mamostetiyê ev qas hîz bikira. Ez ji vir bangî hevalên ku nehatin dikim. Hûn bêyî ku bitirsin dikarin bên vir."