Hikmet Temeş
19 Hezîran 2022•Rojanekirin: 21 Hezîran 2022
Li Hekariyê ji hêla Rêveberiya Taybet a Parêzgehê rêyên merayan hatin çêkirin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, ji bo ku li merayên gundê Geçimliyê yê navendê çandinî û heywandarî hêsantir were kirin, xebat da destpêkirin.
Ekîban ji bo merayan rê çêkirin ku 20 kîlometre dûrî bajêr e û bi salan e bêrê bûn.
Şêniyê gund Abdulkerîm Olmez diyar kir ku bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik va rêyên merayan hatin çêkirin.
Olmez bal kişand, bi salan e ji ber nebûna rê, ew pir bi zehmetî ber û berhemên xwe tînin gund û wiha got, "Ekîban rêya merayan vekir. Em ê bi awayekî hêsantir biçin ber serê zeviyên xwe. Ez spasiya herkesî dikim ku keda wan çêbû."