13 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
HAKKARÎ
Li Şemzînana navçeya Hekariyê di êrîşa terorîstên PKKyî de gundparêzek şehîd ket û 3 peywirdarên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn de hat diyarkirin ku li dora gundê Guzelkonakê dema ku hêzên ewlehiyê emniyeta rê digirtin teqemeniya bidestçêkirî ya ku PKKya rêxistina terorê li rê bi cî kiribû hat teqandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di encama teqînê de gundparêzek şehîd ketiye, personelekî eskerî û 2 gundparêz birîndar bûne. Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê tên dermankirin. Der barê mijarê de tehqîqata edlî berdewam e."