13 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di Civîna Şaredaran de ya li ATO Congresiuma Enqeryê tê lidarxistin diaxive.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan der barê hedef û armancan de got:
"Di hilbijartinê da hedefa me ew e ku herî kêm ji sedî 50 û yek lê zêde rayan bistînin, lêbelê hedefa me ya sereke ew e ku dilê hemû welatiyên xwe feth bikin. Kesên ku dijayetiya AK Parityê û Tayyîp Erdogan ji xwe ra xistine sedema hebûnê û deriyê nan li aliyekî, heke em bi xîret bixebitin em dikarin dilê hemû welatiyên xwe feth bikin û piştgiriya wan hildin."
Ji bo operasyonên terorê jî Serokomar Erdogan rexne li muxalefetê girt û wiha axivî:
"Di operasyonên têkoşîna dijî terorê de li hemberî wesayîtên esmanî yên bêmirov ên biçek yên ku li welatê me gelek derfetan derdixe holê hin îdia hene û ev îdia mînaka herî dawîn a şaşopaşiyê ye. Dema em li dijî terorê têkoşînê didin hewl tê dayîn ku sivîl zirarê nebînin û her kes dilê xwe diavêje vê tevgera me ya hesas û pesnê me dide. Lê hinekên dixwazin vê rewşê nebaş nîşan bidin û ji bo vê hewl didin, ev ecêb in. Dev ji operasyonên li hundirê welêt berdin, di operasyonên dervayî welêt de jî Tirkiye hewl dide ku sivîl zirarê nebînin."
Li ser îddiayên ku bi droneyên çekdar êrişî sivîlan hatiye kirin Erdogan wiha nirxandin kir:
"Dibe ku rêxistina terorê ji rêbaza têkoşînê ya dijî terorê ya Tirkiyeyê ku di demên dawî de birêve dibe û bi ser dikeve aciz bibe, dibe ku hin hêzên ku piştevaniya rêxistina terorê dikin jî ji ber vê yekê aciz bibin. Lê belê mafekî parlementerên meclisa Tirkiyeyê yê wiha tuneye. Dixwazin bi hin îdiayên wekî 'bi wesayitên asmanî yên bêmirov êrîş birin ser sivîlan' rêxistina terorê bikin mijareke navneteweyî, eleqeya kesên van îdiayan derdixin pêş bi siyasetê, bi mafên mirovan tuneye. Miletê me wê li ser sindoqan bersiva wan kesên ku dijminatina welatê xwe, dijminatiya têkoşîna dijî terorê ya welatê xwe dike, bide."
Erdogan, li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha cewab da:
"Serokê partiya mixalefeta sereke dibêje 'eger şer be, bila şer be.' Berê xwe bidinê. Jixwe emrê we bi şerê bi vî gelî û nirxên wan ra derbas bûye. Eger tu bixwazî bi me re şer bikî tu jixwe diçî me li Yekîtiya Ewropayê, dewletên biyanî û saziyên wan gilî dikî. Ev kes bi van gilîdarbûnan welatê xwe dike hedef û ev siyaseta jî xwe re kiriye edet."
Serokomar Erdogan rexneya xwe ya li Kiliçdaroglu wiha domand:
"Di wê heyama ku em tê da jiyan, ji ber şert û mercan emrê me jixwe her tim bi şerkirinê va derbas bû. Di her heyama emrê me da kî li hember Tirkiyeyê û gelê tirk dijminatî kiribe me bi wan ra şer kir û em hê jî şerê xwe didomînin. Heta ku Xwedê emir bide me, emê şerê xwe yê li dijî derbekaran, kesên hewesa derbeyê dikin, hêzên wesayetê, lobiyên tarî, rêxistinên terorê û her cure çeteyên îxanetê bidomînin.