14 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin li Hekarî û çol û bestên Hekariyê bi serkêşiya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Wanê û Hekariyê va operasyonek hat kirin.
Di operasyona ku hêzên Tevgera Taybet a Cendirmeyan û hêzên qomandoyan ên cendirmeyan jî beşdar bûn da li herêma Feraşînê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Ji bilî vê hat gotin li Liceya navçeya Diyarbekirê jî hêzên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û hêzên Midûriya Ewlehiya Bajêr bi hev ra operasyoneke esmanî kirin, terorîstek hat berterefkirin.
Hat gotin terorîstê di operasyona Diyarbekirê da hat berterefkirin Ekrem Îptaş e ku navê wî di Lîsteya Tutik da heye û ji bo girtina wî heta milyonekî xelat hatibû eşkerekirin.
Hat destnîşan kirin navê wî yê kod "Seyît Batman" e û ew qaşo berpirsyarê darayî û cebîlxaneyê ya eyaleta Amedê ye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi vî awayî di nav du rojan da di operasyonên li herêma Feraşînê, Sêrtê û Diyarbekirê da hejmara terorîstên hatin berterefkirin bû 7."