ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa zehf sar e, li herêmê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 20 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Texmîn û Hişyariya Meteorolijiyê hatin sitendin, herêm di tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê da ye, hewayê ewrsayî be û car caran jî mijê derkeve.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di bin sifirê da 20, li Ezircan û Erdexanê di bin sifirê da 19, li Qersê di bin sifirê da 17, li Mûşê di bin sifirê da 12, li Wan û Bidlîsê di bin sifirê da 8, li Hekariyê di bin sifirê da 7, li Îdirê jî di bin sifirê da 6 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin li herêmê bi roj germahiya hewayê li Îdir û Hekariyê 6, li Wanê 5, li Bidlîsê 3, li Erdexanê di bin sifirê da 14, li Mûşê di bin sifirê da 8, li Agiriyê di bin sifirê da 5, li Ezircan û Qersê di bin sifirê da 3, li Erziromê di bin sifirê da 2 pile be.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 60, li Mûşê 23, li Erdexanê 15, li Hekariyê 14, li Agirî û Wanê 11, li Erziromê 8, li Çiyayê Kopê 49, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 80, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 75, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 44 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bira zêde li berpalan nesekinin û dibe ku aşît bikeve û bê tevdîr dernekevin rê.