DIYARBAKIR
Jinika bihemle ya ku li Cizreyê bi destê endamên YDG-Hyê ya ku ciwanên PKKyê ne mala wê hat şewitandin û piştî ku dîwarê serşokê hat qulkirin û xilas bû, zarokê wê çêbû. Derket meydanê ku ji sedî 90ê destê rastê yê zarokê tevz tê da heye.
Deniz Gozunguya (26) ku di 27ê tebaxê da agir berdan mala wê û tevî kurê xwe Ugurê 2 salî xilas bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizreyê zarokeke wê ya kurîn çêbû.
Di destekî dergûşê da ji sedî 90 tevizandin heye
Di destê kurikê ku navê "Abdullah" lê kirin da, ji sedî 90 tevizandin heye.
Malbat îdia dike ku ji ber bûyerê destê dergûşê wiha ye, nexweşxane jî wê ji bo tesbîtê dergûşê bişîne nexweşxaneyeke baş.
Gozunguyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Êrîşkaran molotof avêtin malê. Peyra bêhna min çikiya û em revîn serşokê. Hevalên mêrên min dîwarê serşokê bi gêran qul kirin û em xilas bûn."
Gozunguyê destnîşan kir ku di dema bûyerê da ez zehf êşiyam û bandoreke neyînî li ser derûniya min çêbû û wiha got: "Dema ez çûm nexweşxaneyê, bijîşkan got 'Ev zarok zehf tehl bûye, kê wiha kir? Çima wiha bûye?' Bijîşk dibêjin ji ber derbe û asêbûnê dergûş seqet bûye. Ji ber vê jî dergûşa min seqet bûye."
Gozunguyê diyar kir ku ez heqê xwe li sebeban helal nakim û wiha dewam kir: "Me navê 'Abdullah' lê kir. Zaliman di meha zivistanê da em şîvar û şerpeze kirin. Destê dergûşa min seqet kirin. Xwedê heqê me ji wan ra nehêle. Bela xwe ji Xwedê bibînin."
Bavê zarokê Şemsettîn Gozungu (32) jî destnîşan kir ku dema jina wî tê xilaskirin asê dibe û derbeyê dixwe û got loma jî zarok seqet bûye, piştî welidî hefteyekê di unîteya nexweşînên giran da ma.
"Provakator ew kes in ku li qadan tevliheviyê dikin"
Gozungu got ku em mexdûrê terorê ne û wiha dewam kir: "Provakator ew kes in ku li qadan tevliheviyê dikin û êrîşî misilmanan dikin. Yên ku tevliheviyê dikin jî diyar in. Her kes bi wan dizane."
Gozungu di berdewamiyê da got ku mala me hat şewitandin û em şîvar û şerpeze bûn.