NÎNOVA
Li gor agahiyên pêşmergeyan balafirên koalîsyona navneteweyî ya di serkêşiya DYAyê da bombe avêtin kozikên DAEŞê yên li Gokçelî, Çiyayê Başika, Et-Tehrîr û El-Berîdaya Mûsilê. Hat diyarkirin ku di êrîşan da herî kêm 25 milîtan hatin kuştin û gelek wesaîtên leşkerî jî hatin îmhekirin.
Wek mayîn hat ragihandin ku hêzên Iraqê li hin herêmên nehiyeya El-Qurmeya ku 40 kîlomêtro li rojavayê Bexdayê ye bi ser ketin û di pevçûnan da 23 milîtan hatin kuştin.
Fermandarê Yekîneya Operasyonên Enbarê Mihemed Xelef daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi alîkariya hewayî ya hêzên koalîsyona navneteweyî Yekîneya Operasyonên Enbarê û hêzên pêşmergeyan li nehiyeya Qurmeyê, li 4 eniyan şer dikin.
Xelef diyar kir ku di pevçûnan da 23 milîtan hatin kuştin û herêmên Eş-Şehabî el-Ula, Eş-Şehabî es-Sanî û El-Meamilaya li başûrê Qurmeyê hatin xilaskirin.
Nehiyeya Qurmeyê di serê meha borî da ketibû destê DAEŞê.