ŞANLIURFA
Şivanên li Rihayê ji bo heywanên xwe biçêrînin diçin zozanan, bi rojan nayên û bi saya panelên tavê ku li ser pişta kerê xwe bi cih kirine têlefonên xwe şarj dikin û bi malbatên xwe ra diaxivin.
Li herêmê bi hatina biharê ve wexta çêrandina heywanan jî dest pê kir û xwediyê pez û keriyan heywanên xwe teslîmî şivanan dikin û dişînin zozanan. Xweykerên dermaleyan dema ku ji şivanan re xwarinê dibin heywanên xwe jî li wê derê didoşin û şîrê xwe tînin.
Di nav bajarên ku rojên tavî lê herî zêde ne yek jî Riha ye û şivanên ku diçin zozanan zû bi zû nikarin dev ji pez û keriyên xwe berdin û bên nav bajêr, ji ber vê jî ji xwe re çareyên nû dibînin.
Ji bo şarjkirina têlefonên xwe panelên tavê yên ku heba wan di navbera 300 û hezar lîreyî de ye distînin datînin ser pişta kerê xwe û bi wî awayî têlefonên xwe ji vejena tavê şarj dikin.
Xêra pergala ku li ser pişta kerê avakirine bi têlefonên xwe yên şarjkirî ve him têlefonê xizmên xwe û him jî xwediyê pez û kerî dikin. Li ser têlefona xwe muzîk guhdar dikin, radyoyê vedikin û wêneya dikşînin.
Ji şivanan Alî Akbaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku dema heywanên xwe diçêrînin şev û roj li derve ne û wiha dewam kir: "Hewa xweş e û ji ber vê jî em zû derketin zozanan. Li vê derê pirsgirêka sereke yek jî şarjkirina têlefonê ye. Lê bi saya serê panelên tavê me vê meseleyê hel kir. Lewra ji ber ku li derve ceyran tuneye em van panelên tavê li ser pişta kerê bar dikin û bi saya wê vejenê têlafonên xwe şarj dikin."
Medet Gozuyaşli jî destnîşan kir ku panelên tavê ji bo wan bû wek derman û wiha pê de çû: "Heke panel nebûna em ê her roj biçûna malê û bi rastî ev jî ne mimkun bû. Şikir ji Xwedê re ku panel hene."
Ji şivanan Alî Aga jî ragihand ku jin û zarokên wî li bajêr in û ji bo debara malbata xwe şivantiyê dike û wiha got: "Bi saya serê panelên tavê têlofona xwe şarj dikim û bi malbata xwe ra diaxivim."