Bülent Temiz
09 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2024
Li Karliovaya navçeya Bingolê berfa ku li nav bajêr ket ser hev derdixînin dervayî navçeyê.
Ekîbên Şaredariya Karliovayê ji bo ku welatî mexdûr nebin berfa ku ketiye ser rêyên sereke û talî bi makîneyên kar va berhev dikin.
Rojane biqasî 40 kamyon berfê derdixînin dervayî navçeyê.
Amirê Zabitayê yê Şaredariyê Metîn Bingol diyar kir ku biqasş hefteyek berê gelekî berf bariya û got ku "Me piştî barîna berfê dest bi paqijkirina navenda navçeyê kir. Ev hefteyek e xebatên me dewam dikin. Em berfên tên berhevkirin derdixînin dervayî bajêr."