BÎNGOL
Li gor agahiyan, li gundê Devecîkê xwendekarê kursa Quranê Yasîn Altintaş (17) digel hevalê xwe çû qeraxê Çemê Goynukê. Altintaş, ji bo hênikbûnê ket avê, demekê şûn de ji ber çavan winda bû.
Ji ber vê hevalê wî agahî da malbata Yasîn Altintaş, li ser vê malbat hat cihê bûyerê li lawê xwe geriyan, lê ew nedîtin. Piştî lêgerîna bêencam ji hêzên ewlehiyê alîkarî xwestin. Binavger hatin cihê bûyerê, ketin avê û dest bi lêgerînê kirin. Di dawiya lêgerînê de cesedê Altintaş dîtin û şandin Saziya Tiba Edlî ya Malatyayê.