Cebrail Caymaz
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2023
Li Kilîsê 41 koçberên bêdestûr yên ku dereqanûnî ketine welêt, hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Deriyên Hidûdê û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan ya Midûriya Ewlehiya Bajêr li Taxa Tosyaliyê di malekê da 31 koçberên bêdestûr yên di nav da jin û zarok jî hene girtin.
Li ser îxbarekê ekîban li maleke nêzîkî vir jî lêkolîn kirin û 10 koçberên din jî girtin.
Ekîban ew teslîmî Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.
Ji ber ku qaçaxçîtiya koçbera kirine şikbarek hat binçavkirin û ji bo kesekî fîrar jî bê girtin ekîb dixebitin.