ŞANLIÛRFA
Li Rihayê di operasyonên qaçaxçîtiyê de 98 kîlo û 968 gram esrar û 45 tifing hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyên Bajêr, tîmên Mûdiriyeta Qaçaxçîtî û Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Organîze di operasyonên ku di meha rêbendan û sibatê de pêk hatin de bi tevahî 45 tifing, 35 demançe, 868 gule, 98 kîlo û 968 gram esrar, 3 hezar û 14 lître mazot, 43 hezar û 529 lître nefta xam, 140 hezar pakêt cixare, 172 têlefonên destan, 560 dewar û 2 hezar û 171 pez girtin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji bo ewlehî û aramiya gel operasyonê berdewam bikin.