Orhan Onur Gemici
14 Adar 2024•Rojanekirin: 15 Adar 2024
Hat ragihandin ku li Konyayê balafira perwerdeyê ya eskerî ket.
Li gor agahiyan balafira ku ji Baregeha Jetê ya Sereke ya 3yemîn rabû ji ber sedemên hê nayê zanîn ket.
Hat diyarkirin gelek ekîb sewqî herêmê kirin.
Li gor agahiyan pîlot beriya balafir bikeve xwe bipereşûtê avêtiye.

WPNyê der barê balafira perwerdeyê ya ku li Konyayê ket da daxuyanî da
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li Konyayê balafira perwerdeyê ya Hêzên Hewayî ket xwarê, xebatkarekî li wê herêmê pîst temîr dikir ji ber ketina balafirê şehîd bû.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Li Konyayê balafireke NF-5ê ya hêzên me yên hewayî dema di sefera perwerdeyê da bû, di saet 12.51î da ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket xwarê. Pîlotê balafira me xwe avêtiye jêrê û xelas bûye ku ew rakirin nexweşxaneyê. Li herêma ku balafir ket xwarê xebatkarekî me yê ku pîst temîr dikir, şehîd bû. Der barê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin."