Hejmara kesên ku ji ber teqîna tankêra LPG barkirî ya li Licêya navçeya Diyarbekirê mirin, derket 20an.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, ji 70 kesên ku ji ber teqîna tankêra LPG barkirî, rakirin nexweşxaneyên cuda cuda, jê 20 kes mirin û dermankirina 50 kesan jî didome.
Piştî bûyera xedar, birîndar Fîkrî Tartik li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîla Diyarbekirê, Onder Ûbîç, Ferman Erden, Mahfûz Bûlak, Ramazan Başbaş li Newxweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, Mehmet Sadik Yaşar li Kocaeliyê, Alî Agirbaş li Kartala Stenbolê, Şukru Yildirim li Mêrsînê, Gulhal û Omer Farûk Tartik, Mahmût Bayraktar li Entabê, Haşîm Bozaba li Elezîzê, Yasîn Akşît, Nîrgul Kiraz, Mehmet Mustafa Altan, Azîz Doster li Edeneyê, Gokhan Pîşkîn, Abdullah Ergormuş li Erziromê, Mûrat Aslan li Samsûnê û Sînan Alûç jî li Ûrfayê can dan.
Di vê navberê de lêpirsîna der barê bûyerê de didome.
Di 22 tîrmehê de li Licêya navçeya Diyarbekirê tankêreke LPG barkirî welgeriyabû û di encama teqîna tankêrê ya ji ber welgerandinê, agir bi du otobusên ku ji wir derbas dibûn girtibû û encamê de jî 70 kes birîndar bibûn.