Nihat Kavşut
16 Tebax 2019•Rojanekirin: 18 Tebax 2019
Li baxçeyên çîlekan yên ku bi projeya "Cotkarên Ciwan" ya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Mûşê hatin danîn komkirina çîlekan ya duyemîn dest pê kir.
Çîlekên ku li Agaçlika (Karnî) gundê Mûşê li ser qadeke 660 mêtroqere hatin danîn ji bona welatiyan bû debar.

Mehmet Çelikê bi alîkariya dewletê li ser zeviya xwe çîlek ajot destnîşan kir ku cara duyemîn çîlekan kom dikin.
Çelik diyar kir niha kîloya çîlekan bi 8-9 lireyî difiroşin markêtan û wiha got: "Ji bona me debareke baş e. Tehma çîlekên me xweş e û organîk e. Heger eraziyê min zêde be ez dikarim rojê qederê tonek çîlek bifiroşim. Lewra eleqe zêde ye û pirsgirêka bazarê tuneye."
Zemzem Severa cotkar jî diyar kir ji çîlekên ku bi alîkariya dewletê ajotine 12 hezar lire qezenc kiriye.