Ahmet Bayram
06 Tebax 2021•Rojanekirin: 06 Tebax 2021
Li Somaya navçeya Manisayê otobêsek û li tirekê qelibî, li gor tesbîtên ewil di qezayê da 6 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêbejaya Stenbol-Îzmirê otobêsa bi plaqeya 55 AAD 477 li ramoka tira bi plaqeya 16 JNC 40 a li rexê rê sekinîbû û Hasan K. diajot qelibî.
Di qezayê da 6 kes mirin, 42 kesên birîndar bibûn jî rakirin nexweşxaneyên li dorberê.
Hat ragihandin ku di otobêsê da 3yê wan xebatkar 50 kes hebûn.
Yaşar Karadenîzê Waliyê Manisayê Nexweşxaneya Dewletê ya Somayê ya 15 birîndar lê tên dermankirin ziyaret kir.
Karadenîzê Walî daxuyanî da û got, "Hetanî niha 6 welatiyên me mirin, 4ê wan giran 42 birîndar jî tên dermankirin."