Ahmet Bayram
06 Tebax 2021•Rojanekirin: 06 Tebax 2021
Li Somaya navçeya Manisayê otobêsek û li tirekê qelibî, li gor tesbîtên ewil di qezayê da 6 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêbejaya Stenbol-Îzmirê otobêsa bi plaqeya 55 AAD 477 li ramoka tira bi plaqeya 16 JNC 40 a li rexê rê sekinîbû û Hasan K. diajot qelibî.
Di qezayê da 6 rêwî mirin.
37 kesên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyên li dorberê.
Hat ragihandin ku di otobêsê da 3yê wan xebatkar 50 kes hebûn.