Sefa Şahin
06 Tebax 2021•Rojanekirin: 06 Tebax 2021
Ziya Selçukê ku ji wezîfeya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî efûya xwe xwest û daxwaza wî hat qebûlkirin ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî bo xwendekaran peyam weşand.
Selçuk di peyama xwe da got ku ji îro û pê va ew him mamosteyê xwendekara ye û him jî hevpîşeyê mamosteya ye.
Di peyama xwe da Selçuk destnîşan kir ku piraniya jiyana wî li eywanên dibistanan di nav xwendekaran da derbas bû û got ku heta emrê wî hebe heman tişt wê dewam bike.
Selçuk di peyama xwe ya xatirxwestinê ya bangî xwendekaran kir da got: "Ez têm çavên we yên ku her tim cihê min nîşan dan û ji malbatên we yên ku ji roja me hev nas kir pê va piştgirî dan, alîkarî kirin û xweşbînî nîşan dan ra jî silav û hurmet dikim."