Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Mûglayê beşdarî merisama vekirinên giştî bû û li Meydana Komarê bangî gel kir.
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de merasima vekirinên giştî yên li Diyarbekirê bi bîr xist û destnîşan kir ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî û hunermend Şivan Perwerê ku piştî 37 salan hatiye Tirkiyeyê bûne mêvan û beşdarî vê merasimê bûne. Serokwezîr Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev birayê we, Şivan Perwerê ku ji ber sitranên xwe ji vî welatî hatiye qewirandin tîne û bi Îbrahîm Tatlises re digihîne hev, tenê ji bo ku 76 milyon bi hev re li hev bên û hev hembêz bikin vê dike. Çimkî pêwistiya me bi vê hembêzkirinê heye. Hûn dizanin kî ji vê hemêzkirinê aciz dibe? Yên ku dixwazin me perçe bikin aciz dibin. Em vê lîstik û hewldanê xira dikin. Em ê bi hev re vê bikin. Dengê ku ji Mûglayê derkeve girîng e, ji bo hevgirtina me ev girîng e."