10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
BEXDA
Hat ragihandin ku Iraqê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Mûsilê bi 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ra gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Iraqê Ehmed Cemal, Iraqê bi 5 endamên daîmî yên KENYê û hin welatên "dost" ra xeberda ku li ser "binpêkirina desthilatiya welat" rawestin û şermezar bikin.
Ji xeynî vê hat gotin ku Iraq li Yekîtiya Ereban jî geriya û bangî Wezîrên Karên Derva yên welatên endam kir da ku li ser mijarê derasayî bicivin.