Abdullah Tel
10 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Wezareta Neft û Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) rapora nefta di meha mijdarê de hatiye îxrackirin weşand û ragihand ku seranserê mehê 18 milyon warîl neft di xetên boriyê de ji ser Tirkiyeyê re şandin keştîgeha Ceyhanê.
Ji ser malpera înternetê ya fermî ya wezaretê rapora der heqê îxrackirina nefta ku di meha mijdarê de hatiye kirin, hat weşandin û di raporê de wiha hat gotin: "Nefta ku ji bîrên li Herêma Kurdistanê û Kerkûkê tê derxistin di xetên boriyê de ji ser Tirkiyeyê re îxracî keştîgeha Ceyhanê kirin. Di meha mijdarê de nêzî 18 nêzî bermîl neft hat îxrackirin.""
Hat gotin ku her meh ji bîrên neftê yên li herêma Kurdistanê nêzî 13 milyon warîlî neft tê derxistin û ji bîrên li Kerkûkê jî nêzî 5 milyonî neft tê derxistin.
Di heman raporê de hat gotin ku di meha mijdarê de sewqkirina neftê du rojan kêm bû û sedem jî di raporê de bi van hevokan hat parvekirin: "Li ser xeta boriyê ya neftê ya ku li aliyê Tirkiyeyê dimîne êrîş hat kirin û neft jê hat dizîn. Ji ber vê yekê jî îxrackirina neftê piçekî daket."