Sabri Yıldırım
04 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2025
Li Mûşê ji hêla Lijneya Muteşebisan a Yekîtiya Borse û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) va "Fuara Jinên Muteşebis" hat vekirin.
Çalakiya fuarê ya ku li hêwana konferansê ya odeya Pîşesazî û Bazirganiyê bi mottoya "li zîrveyê jin heye" tê lidarxistin bi sekna rêzgirtinê û xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê Erdal Koç di çalakiyê da axivî û diyar kir ku ked, hilberîn û serokatiya jinan yek ji mîhengên herî girîng ên civakê ye ê ev gotin:
"Bi awayekî çalak di jiyana aborî û civakî da cî girtina jinan parçeyeke jêneqetîn a pêşketina domdar e. Armanca fuarê ew e ku potansiyela jinana raxe ber çavan. Ev organîzasyona ku agahî, îlham û vîzyonê hildiberîne dê ji bo jinên muteşebis ên Mûşê firsendên girîng derxîne holê."
Seyhan Koçaka berpirsyara organîzasyonê jî got ku "Em ê îro bibêjin ku 'li zîrveyê jin heye'. Em îro tiştekî nehatiye kirin dikin. Jinên muteşebis bi berhemên destan va bi me ra ne. Ez ji ber ku li Mûşê me gelekî kelecanî me. Spasiya her kesê ku keda wan heye dikim."
Midûrê Werziş û Ciwaniyê yê Bajêr yusuf Kiliç, Serokê Şaxa Mûşê ya Heyva Sor a Tirkan Gulbey Gumuştekîn, jinên endamûn lijneyê û vexwendî beşdarî fuarê bûn.