İbrahim Yaldız
09 Adar 2022•Rojanekirin: 15 Adar 2022
Li gundê Yilanliyê ya li ser Vartoya navçeya Mûşê gundî hespên xwe yên ku wê beşdarî pêşbirkan bibin li ser berfê didin bezê û wan ji pêşbirkan ra amade dikin.
Li gund bi navê Hîpodroma Nurî Efendî qadek heye ku bi salan e li vir pêşbirkên hespan çêdibin.
Îsal jî di meha gulanê û îlonê da wê pêşbirk çêbibin.
Gundiyên ku dixwazin hespên wan bi ser bikevin her roj li ser berfê hespên xwe didin bezê.
- "Di pêşbirkan da dîmenên xweş derdikevin holê"
Mixtarê gund Lutfî Yalçiner got her sal ew pêşbirkê dikin û gelek kes ji Mûşê, navçe û gundan tên beşdar dibin.
Yalçiner wiha axivî: "Pêşbirka hespan ji kal û bavan ji me ra maye. Her sal em van pêşbirkan dikin. Par ji Qers, Erzirom û Bîngolê jî hin kes beşdar bûn. Pêşbirkeke xweş çêbû. Ji bo hesp amade bin û hestiyên wan xurt bin em li ser berfê wan didin bezê. Em ê vê pêşbirka ku ji kal û bavan ji me ra maye bidomînin û ji zarokên xwe ra bihêlin. Gundiyên me pêşbirkan hez dikin."
- "Em dixwazin hespan ji bo pêşbirkan baş amade bikin"
Ji gundiyan Orhan Kemreç jî got ew beşdarî van pêşbirkan dibin û wiha axivî: "Em dixwazin hespan ji bo pêşbirkan baş amade bikin. Ji bo ku ew bêtir xurt bin em li ser berfê didin bezê. Ji bajarên der û dorê jî hin kes beşdar dibin. Di çalakiyên Serkeftina Milazgirê da hespê me bû yekemîn."
Serkan Kilinç jî got ew zivistanê hespan amade dikin û havînê jî beşdarî pêşbirkan dibin û dixwazin ev çand dewam bike.