26 Hezîran 2020•Rojanekirin: 27 Hezîran 2020
Li herêma Çiyayê Qozmayê û Zozana Şênê ya bi operasyonên serkeftî yên dijî PKKya rêxistina terorê gihîşt hizûrê ji nû va dest bi heywandarî û cotkariyê dikin.
Çiyayê Qozmayê û Zozana Şênê yên di navbera Mûş, Diyarbekir û Bîngolê da ne bi operasyonên hêzên ewlekariyê ji terorê hatin paqijkirin. Herêm dîsa vegeriya rojên xwe yên berê yên "şên".
Abdulhaluk Akmanê 27 sal berê ji ber êrîşên terorê ji gundê xwe koç kiribû û piştî pêkanîna rewşa hizûr û ewlehiyê vegeriya gund got ji ber ku vegeriya gundê xwe gelekî kêfxweş e.
Akman diyar kir ku ji nû va dest bi ajotina zeviyên xwe kirin û wiha pê da çû: "Li herêmê hizûr û ewlehî hat pêkanîn em bi malbatî bi rihetî hatin vê derê. Ji bo xwarina zivistanê min li ser dolimek erdî sebze ajotin. Ji bo vegerin gundê xwe me serlêdan kirin. Em ê dîsa li gundê xwe bi cî bibin û dest bi heywandarî û cotkariyê bikin. Di heyama pêşiya me da em ê ji berê zêdetir erd bajon."