MÛŞ
Li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di çarçoveya çalakiya "Hevdîtinên Tirkiyeyê" da konferansa bi navê "Helwesta Klas" hat kirin.
Konferans li Salona Konferansê ya Prof. Dr. Sabahattîn Zaîm ji hêla nivîskar Nurî Pakdîl va hat dayîn û eleqeyeke mezin dît.
Beriya konfernasê Rektor Prof. Dr. Nîhat Înanç axivî û wiha got: "Dema em li paş dinihêrin hin merivên ku di serkeftinên me da xwedî par in hene. Em jî îro kesekî ku di asoyên Tirkiyeyê û însanan da xwedî par e heye ku îro mêvanê me ye. Me îro Nurî Pakdîl wek mêvan qebûl kir."
Pakdîl di axaftina xwe da di serî da qala Hz. Mihemed kir û wiha got: "Em ji Medîne, Quds, Şam, Heleb û Stenbolê hez dikin. Em di xwazin hûn jî ji van bajaran hez bikin."
Pakdîl di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Em çima ji Qudsê hez dikin, lewra dema Hz. Mihemed derket mîracê piyê xwe da ser vê axê, ji ber Quds qibleya me ye em ewil e em jê hez dikin. Di bingeha hemû eşqa me da hezkirina Hz. Mihemed heye."
Konferans piştî pirs û bersivan qediya û Înanç plaket da Pakdîl.