İbrahim Yaldız
13 Nîsan 2026•Rojanekirin: 13 Nîsan 2026
Li Korkuta navçeya Mûşê minîbus ket newala avê û 8 kes tê da birîndar bûn.
Minîbusa ku plaqeya wê 10 AIM 326 e, ji Agiriyê dihat Mûşê û nasnameya şofêrê wê hê nehatiye kifşkirin, li texma Karakaleyê ya li navçeya Korkutê ji kontrolê derket û welgeriya newala avê.
Li ser cabdayîna kesên derdorê ekîbên AFAD, îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.
8 kesên ku di minîbusê da birîndar bûn, piştî midaxeleya li cihê bûyerê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê derdorê.
Hat gotin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.