06 Adar 2016•Rojanekirin: 06 Adar 2016
AYDIN
Li Dîdima navçeya Aydinê tekneya ku penaber tê da bûn, binav bû û li gor agahiyên ewil 18 kes di behrê da xeniqîn, 15 kes hatin xelaskirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, tekneya penaberan wê biçûya Yûnanistanê, lê li hinda Dîdim Mavîşehirê binav bû. Li ser ragihandina bûyerê 3 bot û firokeyeke Fermandariya Ewlehiya Qerax sewqî herêmê kirin.
Ekîba ewlehiya qeraxê ji penaberan 15 kes xelas kirin, cesedê 18 kesan jî ji avê derxistin.
Hat gotin ku ji bo kesên winda jî xebata lêgerîn û xelaskirinê dewam dike.