ANKARA
Li ser malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di saet nêzî 14.20an de endamên rêxistinê li herêma gundê Eskîhîsara navçeya Nûsyabîna Mardînê, bi çekên lûle dirêj bi qasî 100 û 150 caran gule barandin li ser konvoya ku dewriye diavêt.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku moşeka "RPG-7" avêtin wesayîta bizirx ya li dawiya konvoyê lê moşek li wesayîtê neket. Di daxuyaniyê de wiha hat dewamkirin:
"Di çarçoveya berevaniya meşrû de bi tifiingên bimakîne yên li ser wesayîtên bizirx, bersiva gulebaranê dan, pîştî bersiva leşkerên me gulebaran rawestiya. Piştî konvoy vegeriya Qereqola Jendirmeyan a Uçkoyê qontrol hat kirin û hat dîtîn ku 30 gule li wesayîta bizirx ya di rêza sêyemîn de ketine, 40 guleyên çekên sivik jî li wesayîta bizirx ya di rêza çarem de ketine. Di bûyerê de tu personel nemirin."