13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
ÎSLAMABAD
Hat ragihandin ku li Kuettaya bajarê Pakistanê teqînek çêbû û di teqînê de 14 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Îskanê yê Eyaleta Belucistanê Mîr Sarfaraz Bugtî daxuyand ku teqîn li navenda aşiyê ya zarokan çêbû.
Bugtî got ku di êrîşê de 14 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Ji miriyan 13 kes polês in. Wisa tê texmînkirin ku ev êrîşeke xwekujiyê ye.
Li Pakistanê berê jî êrîşên bi vî rengî yên ku navendên aşiyan û xebatkarên tenduristiyê hedef digrin pêk hatibû. Taliban îdia dike ku armanca xebatên aşiyê ew e ku misilmanan ji zuryetê bixe. Ji bilî vê wisa bawer dike ku xebatkarên tenduristiyê sixur in.