13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
ÎZMIR
Li Îzmirê dijî DAEŞa rêxistina terorê operasyon hat kirin û 6 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Îzmirê li gor agahiyên îstixbarî li dijî DAEŞa rêxistina terorê operasyon kir û serê sibê avêtin ser adresên hin kesên ku têkiliya wan bi rêxistinê ra heye.
Li 6 adrêsan operasyon hat kirin û 6 kesên ku dozgeriyê biryara girtina wan dabû, hatin girtin.
Li mal û kargehên gumanbaran dokumanên rêxistinî, tivingên nêçîrê û demançe hatin bidestxistin.