İbrahim Atmaca
29 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Li peravên Ayvalika navçeya Balikesîrê bota ku penaber tê da bûn, binav bû. Ji kesên ku di botê da bûn 35 kes hatin xelaskirin, ji bo 4 kesên ku dibêjin winda ne xebata lêgerînê tê kirin.
Ji Fermandariya Ewlehiya Qeraxan ra bişev êxbar hat ku li aliyê rojavayê Girava Çiplakê boteke lastîk a ku penaber tê da ne, hat dîtin.
Ekîbên Fermandariya Ewlehiya Qeraxan bi botê va çûn cihê bûyerê û dîtin ku nîvê botê binav bûye û penaber jî li ser behrê ne.
Li ser vê ji bo lêgerîn û xelaskirinê tevî 3 bot, firoke û balafirê tîmê noqav ê asayîş û ewlehiyê şandin herêmê. Ji penaberan 35 kes hatin xelaskirin.
Di îfadeya ewil a van kesan da hat gotin ku asayîşa qeraxan a Yewnanistanê bîdonê benzînê yê bota lastîk jê kirin û defî aliyê Tirkiyeyê kirin.
Di çarçoveya gotinên penaberan da 4 kes winda û ji bo wan xebata lêgerîn û xelaskirinê didome.