Haydar Şahin
19 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi 14 pileyên binê sifirê va li Erdexanê hat pîvandin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolijiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê sayî û ewrsayî be.
Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe.
Tê texmînkirin ku li herêmê cemedê çêbe ji ber vê rayedaran hişyarî dan ku bira welatî baldar bin û bê tevdîr nemînin.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 14, li Qersê di binê sifirê da 11, li Agiriyê di binê sifirê da 9, li Erziromê di binê sifirê da 8, li Îdir û Erzincanê di binê sifirê da 4 û li Tunceliyê 0 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Erzincanê 9, li Tunceliyê 8, li Îdirê 5, li Erziromê 4, li Agiriyê 3, li Qers û Erdexanê 2 pile be.
Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Palandokenê 34, li ya Sariqamîşê 23, li ya Qonaxliyê 15 santêm hat pîvandin.
- Li Qers û Erdexanê serma
Li Qers û Erdexanê ji ber sermayê rûyê çem û golan cemidî.
Piraniya rûyê Çemê Kurayê yê Erdexanê qeşa girt.
Li Qersê ji ber sermayê rûyê çem û golan qeşa girt, rovî li erdê bi berfê hatiye girtin li xwarinê geriyan.