KARS
Li Qersê tîren li dêwêr qelibî û 50 dewar mirar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan tîrena rêwiyan a ku ber bi Akyakaya navçeya Qersê diçû li tanga Gedîksatilmişa gundê Arpeçayirê li naxirê qelibî.
Di qezayê de 50 dewar mirar bûn û 30 dewar jî birîndar bûn. Di naxirê de bi tevahî 800 dewar hebûn. Tîren piştî ku li dêwêr qelibî qedera kîlometreyekê şûn de sekinî.
Piştî bûyerê çend cemse leşker sewqî cihê qezayê kirin û xwediyê heywanan jî gelek ber xwe ketin.
Mixtarê gund Zaman Çîçek daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku berê jî bûyerên wiha çêbûn tîren û heywan di heman rêyê de diçin û tên, divê li herêmê pire bên çêkirin.
Çiçek destnîşan kir ku ew ê bi fermî gilîdar bin û heta dawiyê mafên xwe bigerin.