09 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
KARS
Li Qaqizmana navçeya Qersê wesaîta leşkerî qelibî û di qezayê da 6 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyan wesaîta leşkerî ya cendirme tê da bûn û diçû Qaqizmanê li texma Denizgoluyê ji bo li rêwiyê derket ser rê neqelibe manewra kir û welgeriya.
Hat destnîşankirin di qezayê da 6 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyan ji leşkerên birîndar 4 leşker li Qaqizmanê û 2 leşker jî li Qersê tên dermankirin.
Hat diyarkirin rewşa leşkeran baş e.