ANKARA
Civîna zîrveyê ya der barê bûyerên li Mûsilê ya ku di bin serokatiya Serokomar Abdullah Gul de hat lidarxistin di saet 21.40ê de bi dawî bû.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Sererkaniyê Necdet Ozel, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Nacî Korû, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derve Omer Onhon beşdarî civînê bûn.
Civîna li Koşka Çankayayê 2 saet 10 deqîqe domand. Serokwezîr Erdogan ji ber ku bi Alîkarê Serokê DYAyê Joe Biden re bi têlefonê axivî di saet 20.00ê de beşdarî zîrveya ku di saet 19.30ê de dest pê kir, bû.