KAYSERÎ
Li Qeyseriyê ji ber rêxistina paralel di çend navnîşanan de operasyon hat kirin. Karsazên navdar, rêvebirên holdîngan û mamosteyên zanîngehan jî di nav de di gelek navnîşanan de lêgerîn hat kirin.
Li gor agahiyê ku nûçegihanê AAyê bidest xist, ji ber sûcê "talana bi rêk û pêk û birêxistin" operasyon hat kirin. Rêvebirên Boydak Holdîngê û rêvebirên Zanîngeha Melîkşahê jî di nav de der barê 11 karsazan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Polêsan di çend navnîşanên ku hatine diyarkirin de operasyon kirin û 7 kes hatin binçavkirin. 4 kesên ku der barê wan de biryara girtinê heye jî di navnîşanê de nehatin dîtin.