Li Qeyseriyê li tanga Bogazkopruyê tirek, minîbus û midîbusek li hev qelibîn û di qezayê de 27 kes birîndar bûn, birînên yekî jî xedar in.
Li tanga Bogazkopruyê tirek li midîbusekê qelibî, midîbus jî li minîbusê qelibî. Midîbûs ji ber lihevqelibînê welgeriya.
Piştî bûyerê gelek ambûlans û tîmên agirkuj sewqî cihê bûyerê kirin. Di qezayê de 27 kes birîndar bûn, birînên yekî jî xedar in.
Birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê sewqî nexweşxaneyên li bajêr kirin. Dermankirina Mûttalîp Ekerê ku birînên wî xedar in li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Qeyseriyê tê kirin.
Rêya ku qeza lê qewimî bi qasî saetekê ji bo hatûçûyê hat girtin.
Piştî ku wesayît ji cihê bûyerê rakirin rê dîsa ji bo hatûçûyê hat vekirin.