ÎSTANBUL
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist kesek derkete Qûleya Galatayê û xwe ji şaneşîna qûleyê avêt. Welatiyên ku li der û dora qûleyê bangî polêsan kirin. Tîmên polêsan hatin û li der û dora Qûleya Galatayê bi şerîdeke ewlehiyê ve dorpeç kirin. Piştî lêpirsînê û lêkolînê hat tespîtkirin ku navê kesê ku xwe ji qûleyê avêtiye Hamît Tadîk e û Tadîk 26 salî ye.
Piştî bûyerê ji bo demekê Qûleya Galatayê ji ziyaretê re hat girtin.
Lêpîrsina der barê bûyerê de dewam dike.