17 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
ERZURUM (AA) - Li Herêma Anadoluya Rojhilat bi şev germahî herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 22 pile hat pîvandin.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan, bi şev germahî herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 22, li Erdexanê 21, li Qersê 20, li Erziromê 14, li Erzincanê 7 û li Îdirê 5 pile hat pîvandin.
Herêm di bin himegura bilind a Sîbîryayê da ye. Li gor texmînan îro hewa ewrsayî ye. Bi şev û serê sibê dibe ku cemed û qerm çêbe û cî bi cî jî mij bikeve.
Li gor texmînan hewa herî germ li Îdirê 7, li Erzincanê 6, li Erzirom û Agiriyê di bin sifirê da 2 û li Erdexan û Qersê jî di bin sifirê da 3 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 32, li Erziromê 21, li Qersê 17, li Erdexanê 16, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 115, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 107, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 80, li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 55 santên hat pîvandin.
Li herêmê berf cara caran dibare û di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derdikevin. Ji ber berf û bagerê rêya 9 gundên Qersê, 5 gund û taxên Tûnceliyê girtî ne.
Ji bo vekirina rêyên girtî ekîbên îdareya taybet a bajaran bê navber dixebitin.