17 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
KABUL
Li Celalabada paytextê Nangahara bajarê Efxanistanê êrîşeke xwekujiyê hat kirin. Di êrîşê de 13 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Waîltiya Nangarharê Ataullah Hogyanay ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku êrîş li Celalabadê li xaniyê Malek Aosmanê ku serokê eşîrekê ye hat kirin. Hogyanay got ku dema serokê eşîrê Aosman mêvanên xwe dawet kiribû û xwarin dida wan êrîş hat kirin û di êrîşê de 13 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Hogyanay wiha axivî: "Kurê serokê eşîrê Aosman ji hêla Talibanê ve demek berê hatibû revandin û paşê jî serbest hatibû berdan. Aosman ji ber ku kurê wî serbest hat berdan xwarin da mêvanên xwe û Qur'an da xwendin. Çalakvanê xwekujiyê di vê demê de hat malê û di nav mêvanan de bombeya li ser xwe teqand."
Rewşa hin birîndaran giran e û hê tu kesî berpirsyariyê vê êrîşê hilnedaye li stûyê xwe.